Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya îro çarşema 21.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Claudio Cordon Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Netewên Yekgirtî yê karûbarên siyasî û alîkariyên hilbijartinan li Iraqê û şanda rêxistina UNAMI bi wekalet kir
Di civînê da her du alî di derbarê erkên tîma Netewên Yekgirtî ya heyama erkê wê li Iraqê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên xwe yên ji bo rola Netewên Yekgirtî li Iraqê û alîkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku ew hilbijartin ji bo navûdeng û nûjenkirina şerieta sazî û kiyana Herêma Kurdistanê gelek pêdivî û girînge û tekezî li ser birêvebirina proseya dengdana bi dadmend, paqij û zelal bi beşdariya hemû pêkhat û aliyan kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Cordon spasî û pêzanînên tîma Netewên Yekgirtî ya ji bo rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û reftarkirina rast û realîst bi pirsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ra nîşan da û tekezî li ser pêdagirbûna Neteweyên Yekgirtî bi piştevanî û alîkariya serketina hilbijartin û proseya dengdanê dupat kir.
Civînên dawî ya Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînên bûn.