
Em pêşwaziyê li wê gavê ya îro ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê ya çekdananê dikin ku di merasîmekê de bi amadebûna serokatiya DEM Partî û nûnerên Herêma Kurdistanê û hejmarek ji siyasetmedar û kesayetî û dezgehên medyayê yên Tirkiyê, li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Ev gaveke din a girîng û dilxweşker a domandina pêvajoya aştiyê bû. Em bawer in ev gav pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû dike û gaveke din a pratîk dê pey wê de bê ku pêvajoyê bi arasteyeke rast, pêş de bibe.
Di vê helkeftinê de em bi temamî soza xwe ya domandina hemû piştgirî û piştevaniyê ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê dubare dikin. Di vê rêyê de em wekî hertim amade ne ji bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hêsankariyên pêwîst û pêkanîna her erkeke ku bikeve ser milê me.
Pêvajoya aştiyê di demek de ye ku navçe di qonax û rewşeke hestiyar re derbas dibe û ji her alî dixwaze hemû hewl û kedekê ji bo domandina aştiyê bidin. Di aştiyê de hemû serkeftî ne û serkeftina aştiyê, xizmeta Tirkiyê û tevahiya navçeyê û hemû aliyan dike.
Em spas û pêzanîn û destxweşiyê ji bo cenabê Serok Erdogan û însiyatîf û piştgirî û hewlên wî yên ji bo domandina pêvajoya aştiyê, dubare dikin. Herwiha bi rêzdarî li rola rêzdaran Bahçeli û Öcalan û hemû aliyên ku ji bona domandina aştiyê dixebitin, dinêrin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdisranê
11.7.2025