Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Tu carî xanima Mitterrand ji bîr nakîn

2021-12-07T15:20:44.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî li hevdîtina li gel birêz Gilbert Mitterrand kurê dostê gelê Kurd xanima Danielle Mitterrand dûpat kir ku gelê Kurdistanê tu carî xanima Mitterrand ji bîr nake ku wekî dayikeke dilovan piştgîriyê li gelê Kurdistanê kir û li Fransa û li Ewrûpa û li her kûderê bikaribûya, daxwaza yarmetîdana gelê Kurdistanê dikir.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî nîvro ya îro sêşem 07.12.2021 li Hewlêr pêşwaziya birêz Gilbert Mitterrand kurê xanima Mitterrand kir ku ji bo beşdariya li rêwresma bîranîna deh saliya dayika wî da li Parlemena Kurdistanê, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan her wiha behsa rol û dilsoziya xanima Mitterrand ya ji bo xelkê Kurdistanê û handana serkirdayetiya Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayiyê kir û bexşîna nasnavê (Dayika Kurd) bi xanima Mitterrand pir hêja zanî ku birastî dayikayetiyê ji bo gelê Kurdistanê û piştevaniyê li doza wî ya rewa kir. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo piştgîriya berdewamiya Fransa li gelê Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Gilbert Mitterrand ku bi xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina li rêwresma salvegera bîranîna deh saliya koça dawî ya dayika xwe da kir û spas û pêzanînê ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir ku wefadar û dilsoze ji bo xanima Mitterrand û hewla bi navê yarmetîdan û piştgîrîkirina gelê Kurdistanê da, sersamî û xweşhaliya xwe jî bi pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Li hevdîtinê de birêzan Balyozê Fransa li Iraqê, Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr, Berpirsê Rêxistina France Libertés, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa amade bûn.