Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraqê gotûbêj dikin

2026-05-05T08:01:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, sibeha îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Irfan Siddîq, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê re civiya.
 
Di civînê de, pêvajoya siyasî ya welat, gavên avakirina hikûmeta nû ya federe, serdan û hevdîtinên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê bi lîderên Iraqî re, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
 
Herdu alî hevbawer bûn li ser giringiya hevahengî û harîkariya hevbeş a Herêma Kurdistanê bi aliyên Iraqî re ji bo biserxistina pêvajoya siyasî û avakirina hikûmeta bêt a federe; hikûmeteke ku bibe neynika daxwazên welatiyan û bikaribe berbirûyî asengiyan bibe û serweriya welat biparêze.
 
Birêz Balyozê Brîtanyayê dubare kir ku welatê wî bi giringî li peywendiyên xwe yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re dinêre û bi berdewamî pêgîrî piştevaniya wan e. Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Brîtanyayê ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.
 
Bandor û encamên şer li navçeyê û hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşek din a civînê bû.