
Êvariya îro dûşem 30.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de, peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nirxandin û herwiha di derbarê rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de, derfeta veberhênan û bazirganiya kompanyayên Fransî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera her du Hikûmeta Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi rêya diyalog û li ser bingeha destûra Iraqê kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî ya Rojhilata Navîn kirin û li vî derbarî de her du alî girîngiya parastina aramî û ewlehiya navçeyê dûpat kirin û dakokiyê li pêwîstiya dûr xistina Iraqê ji kêşe û aloziyên navçeyê kirin.
Nirxandina çend babeteke girîng û hevbeş, aliyeke dinê hevdîtinê bû ku birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.