Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

2026-06-01T17:57:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro duşemê 01.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de, peywendiyên Fransayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin. Herwiha her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya hêzên siyasî bi armanca parastina ewlehî, aramî û serweriya welat kirin.

Her du aliyan derbarê rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha diyalog û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina kêşeyên hilawêstî, bi pêwîst zanîn.

Pêşhatên dawî yên herêmî û rewşa deverê, mijareke din a hevdîtinê bû. Her du alî hevra bûn li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan û parastina aramî û ewlehiyê.

Di hevdîtinê de, birêz Yanm Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, amade bû.