
Îro pêncşem 24.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Nicola Fontana Balyozê Îtalya li Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de peywendiyên Îtalya bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên aborî, çandî, perwerde û parastina kulturî da, nirxandin û tekez li ser berdewamiya hevahengiya li warên cûda de kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pesn û rûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rola erênî ya Îtalya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş de û piştgîriya berdewam ya ji bo Pêşmerge û programên geşepêdana wan de derbirî. Her wiha tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevbeşiya bi Îtalya re di kertên cûda de kir.
Ji aliyê xwe ve Birêz Balyozê Îtalya ragihand ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre. Her wiha pesnê aramî û pêşketina li Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Îtalya ya ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de bi Iraq û Herêma Kurdistanê re diyar kir.
Rewşa herêmê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, mijarên dinên vê civînê bûn.