
Îro çarşemê, 08/10/2025, êvarê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê, tekezî li ser girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îtalyayê re kir û spasiya piştgirî û hevkariyên Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Fontana tekez kir ku welatê wî bi girîngî li peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û daxwaz dike ku di hemî waran de, hevkariya hevbeş di navbera wan de zêdetir were pêşxistin.
Hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên giştî yên herêmê, mijarên din ên civînê bûn.
