Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê rewşa navçeyê gotubêj kirin

2026-06-04T11:26:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro pêncşemê 04.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Anıl Bora İnan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê de, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşxistina hevkariya her du aliyan, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de hatin nirxandin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiyê ji bo parastina aramî û ewlehiyê kir.

Her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha diyalog û lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hilawêstî bi pêwîst zanîn.

Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, geşedanên dawî yên herêmî û rewşa navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du alî li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan û parastina aramî û ewlehiyê de hemfikir bûn.

Di hevdîtinê de birêz Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê, amade bû.