Îro Duşem, 16.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Xûlam Mihemed Îshaqzayî, Berpirsê Neteweyên Yekbûyî û Rêkxerê Niştecîh ê Iraqê û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û çalakiyên Neteweyên Yekbûyî hatin nirxandin. Serok Nêçîrvan Barzanî ligel spasiya amadebûn û rola Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, tekez li ser girîngiya berdewamiya piştgirî û alîkariyên civaka navneteweyî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo bicihkirina aramiyê û rûbirûbûna kêşeyan kir.
Li aliyê xwe ve, birêz Îshaqzayî spasiya hevkariya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bi Neteweyên Yekbûyî re kir û pabendbûna Neteweyên Yekbûyî ji bo berdewamiya alîkariyên Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Rewşa aloz a herêmê û encamên şer, mijareke din a civînê bû. Tê de her du aliyan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.