2022-11-22T17:34:20.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê digel birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir civiya.
Di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya welat û girîngiya piştevanîkirina Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo cîbicîkirin û serxistina bernameya wê, û herwisa karê bi hev ra û perpirsiyariya hevbeş ya partî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina aloziyan hatin gotûbêjkirin.
Peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî mijarek din ya civînê bû.