Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Birêz El Xencer Tekezî li ser Hevkariya Aliyên Siyasî Dikin

2025-10-01T15:47:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro êvarî, Çarşemê, 01.10.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Xamîs El Xencer, Serokê Hevpeymaniya El Siyade û şandeke pê re kir ku ji hejmarek berpirsên hevpeymaniyê pêkhatibû.


Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, pêvajoya siyasiya li welat û amadehiyên ji bo hilbijartinên Iraqê yên pêşerojê hatin gotûbêjkirin. Herwiha, di derbarê peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên di navbera wan yên ji bo çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.


Her du aliyan tekezî li ser girîngiya ahengsazî û hevkariya hevbeş a di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyên welat, û karkirina ji bo serkeftina hilbijartinên Encumena Nûneran û parastina aramî û ewlehiya welat de kirin.