Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Civiyan

2026-02-14T17:39:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Şemî 14/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel xanima Alîson Hoker, Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên siyasî civiya.

Di civînê de têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsgirêkên girîng ên hevbeş hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina ewlehiya welat û pêşxistina sazî û dezgehan kir.

Ji aliyê xwe ve, xanima Hoker pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî di rêkeftina navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de da, herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê û kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê dubare kir.