Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Dadwer Fayeq Zêdan Civiyan

2025-11-18T14:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Piştî nîvroya îro, roja Sêşemê 18/11/2025, li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Dadwer Fayeq Zêdan, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Federal kir.


Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya rola Desthilata Dadwerî, di mîsogerkirina ewlehiya hiqûqî û siyasî û parastina berjewendiyên bilind ên welat de kir.


Ji aliyê xwe ve, birêz Dadwer Fayeq Zêdan dakokiyê li berdewamiya desthilata dadwerî di xebata bi bêalî û serxwebûnê ya ji bo parastina berjewendiyên giştî kir.


Serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û paşeroja proseya siyasî li welat, mijareke din a civînê bû.