Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Elmeşhedanî peywendiyên Hewlêr ـ Bexda gotûbêj kirin

2025-07-06T13:49:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Piştî nîvroya îro yekşem 06.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mehmûd Elmeşhedanî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û şandeke pê re kir.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û hewl û goftûgoyên ji bo çareserkirina kêşeyan bi hevtêgihiştinê û li ser bingeha destûr û peymanan gotûbêj kirin. Herwiha di derbarê rewşa giştî ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî li ser girîngiya gihîştina bi çareseriyeke guncayî ya ji bo kêşeya mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li vê qonaxa hestiyar da hevra bûn. Di vî derbarî de hêvî û geşbîniyên xwe yên bi hewl û hebûna nexşerêyek ji bo çareseriyê nîşan dan û dûpat kirin ku çareserkirina pirsên Herêma Kurdistanê, li berjewendiya tevahiya Iraqê daye.

Birêz Elmeşhedanî spasî rola erênî û hewlên berdewamiyên Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hev têgihiştin û li hev nêzîkkirina aliyan û peydakirina hevbeşiyên ji bo çareseriyê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî spas û rûmetên xwe yên ji bo birêz Elmeşhedanî û xemxûrî û hewlên xwe yên bi navê çareseriyê da dûpat kir ku li hewlên xwe yên ji bo gihîştina bi çareseriyê de berdewam dibe.

Li mijareke dinê civînê de, behsa hilbijartina giştiya bê ya Iraqê kir.