Şeva borî pêncşemê 30.01.2025ê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî da digel birêz Emmanuel Macron Serokê Fransayê di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêṣketinên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser bihêztirkirina hewlên ji bo parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê kirin û berdewamiya diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da ji bo dabînkirina aramiya li Iraqê girîng wesif kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û rola dostane ya Fransayê û birêz Serok Macron di alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê da, bi taybetî di rojên dijwar da, dûbare kir û amaje bi wê yekê kir ku, gelê Kurdistanê tu carî alîkariya Fransayê ji bîr nake.
Ji aliyê xwe ve, Serok Macron tekez li ser berdewamiya piştevaniya Fransa ya ji bo Iraq û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Fransa bi dilgermî li peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dinêre û hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dabînkirina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan da bilind nirxand.
Di wê peywendiya telefoniyê da Serok Macron bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û behsa hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Herwesa her du alî li ser girîngiya parastina mafên hemû pêkhateyan li Iraq û Sûriyê hevfikir bûn û tekez li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron rewşa herêmê gotûbêj kirin
2025-01-31T04:30:00.000000Z