Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Civiyan

2026-03-18T15:53:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Çarşema, 18.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de, di derbarê geşedanên dawî yên herêmê û encamên şer û alozîyan de danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdetirkirina hewldanên dîplomatîk yên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna zêdetir a şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de, herdu alî li hevfikir bûn ku divê hemû hewl bên dayîn da ku Iraq û Herêma Kurdistan bi ti awayî nekevin nava şer û alozîyan û li ser hemû astan kar ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin.

Di beşeke din a civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û rûmetên xwe ji bo Tirkiyeyê dubare kir ji bo alîkarî û hêsankariyên ku li deriyên sînor ji bo hatinûçûna geştiyarên welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî pêşkêş dikin.

Bandora şer û alozîyan li ser Tirkiyeyê, ligel peywendiyên herdu aliyan û pêşbîniyên ji bo paşeroja rewş û bûyeran, aliyekî din ê civînê bû.