Êvara îro Şemî, 17.01.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Tom Barrack, nûnerê Serok Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyê û şandeke pê re kir.
Di civînê de, rewşa Sûriyê û guhertinên herî dawî yên meydanî û siyasî hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku rêya çareseriya serbazî pirsgirêkan çareser nake û ji bo gihîştina aştî û aramiyê, pêwîst e hemû alî rêya diyalog û lihevkirinê hilbijêrin.
Şanda mêvan pesna rol û hewldanên dîplomatîk ên Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo navbeynkariya di navbera aliyan de û aramkirina rewşê û rêgirtina li berfirehbûna zêdetir a aloziyan, dan.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasiya rola çalak a Amerîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, tekez kir ku pêwîst e di dahatûya Sûriyê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan bên parastin.
Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê ji bo aramî û ewlehiya herêmê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û geşepêdanên herî dawî yên herêmê bi giştî, aliyekî din ê civînê bû.