
Piştînîvroya îro Yekşemî 27/4/2025, li Emmanê, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Şah Ebdullahê Duyemîn kurê Huseyîn, Şahê Şahnişîna Urdunî ya Haşimî re civiya.
Di civînê de, xurtkirina bêhtir a têkiliyên Şahnişîna Urdunê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û ferehkirina hevkariyê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de gotûbêj kirin, herweha di derbarê pêşhat û bûyerên herêmî û navneteweyî yên ku cihê balkêşiya her du aliyan in, dîtinên xwe anîn ziman.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanîna xwe ya kûr ji bo helwestên piştgiriya Şahnişîna Urdunê ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da, herweha peywendiyên dîrokî û dostaniya navbera her du aliyan, bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Şah Ebdullahê Duyemîn xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan û hevkariya hevpar bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re tekez kir, herweha pêgîriya Urdunê ya piştevaniya her gavekê nîşan da ku ewlehî, aramî û pêşketinê ji bo gelên herêmê xurt bike.
Di beşeke din a civînê de, herdu aliyan giringiya alîkariya hevbeş ji bo parastina aramî û aştiyê li herêmê tekez kirin û li ser çend pirsên din ên cihê, rawestiyan.









