2022-07-05T12:09:06.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 05.07.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Senatorê navdarê Amerîkayî birêz Lindsey Graham û şandeya pê ra ku ji xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê û General John Brennan Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hejmareka diplomatkar û berpirsên leşkerî pêkhatibû kir.
Di civînekê da, rewş û prosesa siyasî ya Iraqê, pêşhatên dawiyê yên şerê li dijî terorê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan û rewşa Sûriyeyê û pirsa Kurd li wî welatî hatin gotubêj kirin.
Her du aliyan tekîd li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya deverê kir û hevhizir bûn ku metirsî û serhildanan Daîşê li ser aramî û seqamgîriya Iraq û Sûriyeyê gefek rasteqîne ye, pêdiviye aramî û seqamgîriya devere ya parastî be û hemû alî di vî warî da bixebitin.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo wê piştevanî û alîkariyên di dema şerê li dijî terorê da ji Herêma Kurdistan û Iraqê ra kir bû, spasiya Amerîkayê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayî ra tekîd kir ku kilîta çareseriya pirsgirêkên Iraqê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye bi rêya diyalogê û li gor destûra Iraqê.
Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî, pêşhatên dawiyê yên herêmî bi giştî çend mijarên din yên civîna navbera Senatorê Amerîkayî û Serokê Herêma Kurdistanê bûn.