Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî ya Fransayê rewşa ewlehiyê ya herêmê gotûbêj kirin

2025-12-14T13:20:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Yekşem, 14.12.2025 piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General François Tricot, Nûnerê Bilind ê Fransayê li Hevpeymaniya Navdewletî û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiyên terorê û gefên Daiş ê, û çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariyê û hevrêziya hevbeş di navbera Fransa digel Iraq û Herêma Kurdistanê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û ewlehiya herêmê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan pêdagiriya welatê xwe ji bo berdewamiya piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge nîşan da.

Rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî û çend mijarên xwedî girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bûn ku birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, amade bû.