Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Rewşa Herêmê Gotûbêj Kirin.

2026-02-14T12:07:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştî nîvroya îro Şemî 14.02.2026 her li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Ehmed Ebûl Xeyt, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civiya.

Di civînê de, pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên dawî yên Iraq û herêmê û peywendiyên Herêma Kurdistanê digel welatên Erebî hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya parastina ewlehiyê û dûrxistina herêmê ji alozîyan kirin.

Ji aliyê xwe, birêz Ebûl Xeyt pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di parastina hevsengiyê û bihêzkirina ruhê pêkvejiyanê de da, Herwiha piştgiriya Komkara Erebî ji bo aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.