
Îro êvarê pêncşemê 09/10/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Enqere bi birêz Recep Tayyip Erdogan, Serokê Komarê Tirkiyeyê re civiya.
Di civînê de, wan behsa têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin, herwiha qadên hevkariya hevpar a Tirkiye û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyeyê nirxandin.
Herdu aliyan pesna asta têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dan û amadebûna xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a hevkariya hevpar di hemû qadan de, bi taybetî di warê aborî, danûstandinên bazirganî û hevkariya di sektora enerjiyê de, nîşan dan.
Di vê çarçoveyê de, wan bal kişandin ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, ku di berjewendiya aborî ya hemû Iraqê de ye. Herdu alî li hev kirin ku ev pêvajo dê xizmetê bi aramiya giştî û seqamgiriya Iraqê re bike.
Serok Erdogan berdewamiya piştgirî û alîkariya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û têkiliyên welatê xwe bi herdu aliyan re wekî girîng û bi qîmet ji bo Tirkiyeyê bi nav kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Tirkiyeyê ji bo piştgirî û hevkariya wê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku Tirkiye cîranekî girîng ê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û dikarin di gelek waran de û ji bo berjewendiyên hevpar, bi hev re hevkariyê bikin.
Parastina aramî û seqamgiriya herêmê, gavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girîng ên hevpar, mijarên din a civînê bûn.
