Îro şemî 07.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Receb Tayyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyeyê, wergirt.
Di peywendiyê de bi hûrgilî bal kişandin li ser rewşa herêmê û wan astengiyên metirsîdar ên ku di encama şer de derketine holê. Herdu alî hemfikir bûn ku zêdebûna aloziyan gefeke rastîn e li ser niha û paşeroja aramiyê, ji bo wê yekê tekez li ser pêwîstiya li ber girtina çareseriyeke siyasî kirin ji bo rêgirtina li ber geşbûna nakokiyan û parastina gelan ji wêraniyên şer.
Ji aliyekî din ve, Serok Erdogan spas û rûmeta xwe ya taybet pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo rola wan a diyar û erênî di alîkarî û piştgiriya aştiyê li Tirkiyeyê. Herwiha bal kişand li ser wê yekê ku ev helwest faktorên bingehîn in ji bo bihêzkirina lihevkirin û pêkvejiyana gelan û kêmkirina aloziyên li herêmê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem ji bo aramiya li herêmê kar dike û piştgiriyê dide her gaveke aştîxwaz û diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku asayîş û berjewendiya giştî ya gelên herêmê bê parastin.