Piştî nîvroya îro Şemî, 17/01/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, wergirt. Tê de rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin û bi taybetî bal kişandin ser geşepêdanên Sûriyê.
Herdu aliyan dilgiraniya xwe ya kûr li hember alozî û pevçûnên li Sûriyê anîn ziman û daxwaz kirin ku hemû alî rewşê aram bikin. Herwiha piştevaniya xwe ji bo destpêkirina demildest a gotûbêjan ji bo cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê de nîşan dan û tekezî li ser parastina xelkê sivîl kirin.
Di vê çarçoveyê de, Serok Macron pesnê rol û hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo navbeynkarî û hewldanên wî yên ji bo aramkirina rewşa Sûriyê û rêgirtina li aloziyên zêdetir, kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîst e mafên gelê Kurd di destûra dahatû ya Sûriyê de bêne cîgirkirin. Herwiha spasiyên xwe û rûmeta xwe ji bo rol û piştevaniya Serok Macron û Fransayê di ber nehiştina kêşe û aloziyan û parastina aramî û ewlehiya herêmê de anî ziman.