Berî nîvroya îro Şemî 14.02.2026 di berdewamiya bernameya xwe de li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel xanim Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê civiya.
Di civînê de, peywendiyên Yekîtiya Ewropayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin. Herdu tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya hevbeş kirin, bi taybetî di wan warên ku xizmetê ji ewlehiyê û pêşxistina aborî de kirin.
Her di civînê de, rewşa Sûriyeyê û Kurd û pêkhateyên li wî welatî, digel metirsiyên terorê û pêşhatên dawî yên herêmê û astengiyên li pêş aştiya li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Xanima Von der Leyen piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dûpat kir û pesnê hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û rola Herêma Kurdistanê wek faktoreke girîng a ewlehiya li herêmê de da.