
Her di berdewamiya serdana xwe ya Tehranê de, êvariya îro yekşem 18.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Komara Îslamî ya Îranê re, di derbarê pêşvebirina têkiliyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, danustandina bîr û ramanan kirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan pesnê pêşveçûna têkiliyên xwe kirin. Di vî warî de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên xwe ji bo piştgirî û alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê li Iraq û Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Her du aliyan dawîtirîn pêşhat û rewşa herêmê û astengiyên wê nirxandin û li ser pêwîstiya hevahengiya aliyên peywendîdar û ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevra bûn, her wiha tekez li ser hevkariya berfireh ya li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin.

