Îro pêncşemê 2026/4/30, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Ebûzebî ji aliyê birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Dewleta Îmaratê ve hate pêşwazîkirin û piştre civiyan.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Îmaratê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û bihêzkirina asoyên harîkariya navbera herdu aliyan di hemû waran de hatin gotûbêj kirin.
Herwiha li dor pêşhatên herî dawî û bandorên rewşa navçeyê, nêrînên xwe parve kirin. Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya xebata bi hev re û bihêzkirina hevkarî û harîkariya hevbeş kirin ji bo parastina aramî û tenahiyê û dûrxistina metirsiyan ji navçeyê.
Hin mijarên ji herdu aliyan re girîng, aliyek din ê civînê bû.