
Li kêleka beşdariya xwe ya di civîna Komkara Welatên Erebî de li Bexdayê, îro şemî 17/5/2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, hevdîtinek bi birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, serokwezîrê Iraqê yê Federal re pêk anî.
Di hevdîtinê de, serok Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe ji serokwezîr El-Sûdanî re ji bo mêvandarîkirina civîna Komkara Welatên Erebî anî ziman, herwiha spasiya wî ji bo vexwendina wî ya di çarçoveya karên civînê de kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser peywendiyên Hewlêr-Bexdayê hat kirin û herdu aliyan tekez li ser xurtkirina hevkarî û zêdekirina têgihiştina hevbeş di navbera herdu aliyan de kir.
Her di kêleka civînê de, birêz serokê Herêma Kurdistanê bi birêz serkomarê Îraqê û hejmarek ji serok û berpirsên payebilind ên welatên Erebî re hevdîtin pêk anîn.





