Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

2024-01-13T15:12:37.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro şemiyê piştî nîvro 13.01.2024ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin. Her du alî tekez li ser parastina aştî, aramî û serweriya welat û dûrxistina Iraqê ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî kirin.

Di civînê da, her wiha, behsa pêngavên ciddî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo çareserkirina pirsa bûdce, mûçe, hinartina petrola Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên îdarî, darayî û aborî hatin kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, divê ev pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û nabe ziyan bigehe welatiyên Herêma Kurdistanê. Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, pêwîste çareseriyeke yekcarî ji bo mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê hebe û ev yek bi pirsên din ra neyê tevlihevkirin.

Herwiha çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.