Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî rewşa Iraqê gotûbêj kirin

2022-10-29T22:12:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Di peywendiyeka telefoniyê da digel birêz Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê careka din pîrozbahiya destbikarbûna wî kir hêvî xwest ku di erk û karên xwe da serkeftî be. Her wiha, Serok Nêçîrvan Barzanî ji Sudanî ra got ku ew û Herêma Kurdistanê amadene hemû piştgiriyekê bo wî û kabîneya wî bikin û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevahengî û hevkariya hevbeş digel hikûmeta wî nîşan da.

Birêz Serokwezîr Sûdanî, ji aliyê xwe ve, spasiya peywendî û helwesta Serok Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî xwest ku hikûmeta wî bikaribe, di vê qonaxê da, bi hemahengî û hevkarî digel Herêma Kurdistanê, rewşa welat di hemû waran de ber bi baştiriyê bibin û alî û hêzên Iraqî bi hev ra ji bona aramî û seqamgîriya welat bixebitin û hemû hevkar û alîkar bin.

Her du aliyan tekez li ser girîngî û pêwîstiya hevkariya hevbeş û bi hevre karkirina hikûmeta Federal ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da li gor destûrê û di çarçoveya sîstema federalî da. Her du alî hevra bûn ku çareserkirina pirsgirêkên welat û bi taybetî pirsgirêkên helawêstiyên Hewlêr-Bexda û arîşeyên din yên Iraqê ku dê rolekî sereke di peydakirina aramî û seqamgîriyê ji bo welat bînin, ji ber hindê pêdiviye hemû bi hevre bi giyanê berpirsiyariya niştimanî û li ber çavgirtina berjewendiyên bala yên welat ji bo qonaxa niha û paşerojê bi hevre kar bikin.