Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî rewşa Kerkûkê nirxandin

2023-09-03T08:39:04.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal, roja şemiyê 02.09.2023ê bi peywendiyeka telefonê, pêşhatên dawî yên rewşa ewlekariya Kerkûkê gotûbêj kirin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste aliyên peywendîdar bi lez ji bona parastina seqamgîrî û aramiya Kerkûkê û rêgirtin li her hewleka ji bo têkdana pêkvejiyan û asayîşa bajar û welatiyan tedbîrên pêwîst werbigrin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku hêzên asayîşa bajêr bê cudahî seqamgîrî û aramiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û rê li pêşiya zêdetir alozbûna rewşa ewlekariya bajêr bigrin, herwiha lêkolîn û sizayên yasayî li hember teqekeran ku bûne sedema şehîd û birîndaran, bê kirin.