Her di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, nîvroya îro, înê 13/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Jonathan Powell, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê civiya.
Di civînê de geşedanên ewlehî û siyasî yên dawî li Iraq û navçeyê û gefên terorê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi Brîtanyayê re kirin, ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina ewlehiyê.
Ji aliyê xwe ve, birêz Jonathan Powell pabendbûna welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û ewlehiya li navçeyê de da.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê geşedanên ewlehiyê gotûbêj kirin
2026-02-13T14:20:00.000000Z