Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Şêx Cemal El-Zarî rewşa welat û navçeyê gotûbêj kirin

2023-10-23T12:32:59.000000Z
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 23.10.2023ê li Hewlêrê, pêşwaziya birêz Şêx Cemal El-Zarî Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Pêşverû ya Niştimanî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn gotûbêjkirin.

Her du alî li ser pêwîstiya parastina aramî û emniyeta Iraq û navçeyê û hewla rêgirtina li ber berfirehbûn û belavbûna aloziyan hevdeng bûn û tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Iraq bikeve nav nakokiyên herêmî da.