Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê hevkariya hevbeş gotûbêj kirin

2026-02-13T20:50:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro înê 13/02/2026, her di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Boris Pistorius, Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê civiya.

Di civînê de peywendî û hevkariya hevbeş a Iraq û Herêma Kurdistanê digel Almanyayê di warê leşkerî û ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta xwe ji bo dirêjkirina erkê hêzên leşkerî yên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha ji bo hevkariya Almanyayê û rola çalak a şêwirmendên wê di perwerdekirina Pêşmerge û piştgiriya pêvajoya reformê li Wezareta Pêşmerge de dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Pistorius pabendbûna welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê wek dost û hevpeyman nîşan da û tekez li ser giringiya parastina aramî û ewlehiyê û berdewamiya hevkariya hevbeş ya ji bo rûbirûbûna terorê kir.

Rewşa Sûriyê û pêşhatên navçeyê bi giştî, mijareke din a civînê bû.