Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin.

2026-03-04T09:29:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Derengên şeva bihûrî, 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, wergirt.

Di peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Fransayê hevxemî û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, dûpat kir.

Herdu aliyan pêşhatên berdewam yên deverê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin û li ser berdewamiya hemahengiya nêzîk a di navbera wan de ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevfikir bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya rola Fransa û civaka navdewletî di arambûna aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.