
Her li Tehranê, piştî nîvro ya îro yekşem 18.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Ebas Îraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re, peywendiyên du alî û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cûda de, gotûbêj kirin.
Her du aliyan pesnê peywendiyên kevnar ên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê dan û tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşvebirina peywendiyan kirin ku bi awayekê xizmetê ji aramî û berjewendiyên hevbeş ên Îran û Iraqê re tevî Herêma Kurdistanê jî bike.
Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de tekez li ser girîngiya danûstandinê ji bo dûrxistina herêmê ji pirsgirêk û aloziyan kirin.
