Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Pêşhatên Herêmê Gotûbêj Kirin

2026-03-04T18:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşema 04.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Seyîd Ebas Îraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, wergirt.

Di peywendiyê de, li gel gotûbêjkirina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan hatin nirxandin. Di vî derbarî de, herdu aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.

Herwiha herdu aliyan piştrastiyê li ser parastina ewlehiya sînoran kirin, bi awayekî ku rê li ber her hewlekê were girtin ji bo têkdana ewlehiya herêmê û zêdetir alozkirina rewşê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji nakokiyan û weke herdem dê bibe faktorekî aramiyê, herwiha piştevaniyê li hewlên dîplomasiyê dike ji bo aramkirina aloziyan û dûrxistina metirsiyên şer ji gelên herêmê.