2026-04-24T11:44:00.000000Z
Îro Înê, 24/04/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, û Abbas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi rêya telefonê axivîn.
Di peywendiyê de her du aliyan li ser geşedanên dawî yên rewşa herêmê de danûstandina bîr û ramanan kirin, herwiha tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehî û pêkanîna aştiyê li herêmê kirin.
Peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên girîng ên her du aliyan, mijara din a vê peywendiya telefoniyê bû.