Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê, rewşa navçeyê gotûbêj kirin

2025-06-17T07:40:00.000000Z
Hikûmet PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Şeva derbasbûyî, dûşema 16.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ebas Eraqçî Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Di vê peywendiyê de pêşhatên dawî ya operasyon û rûbirûbûna serbaziya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê guftûgo kirin û di derbarê bandor û encamên wê yên li ser navçeyê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û dûrxistina navçeyê ji aloziyên zêdetir hevdeng bûn, ji bo vê mebestê jî tekez li ser wê yekê kirin ku civaka navdewletî rola xwe ya ji bo rawestandina kirdarên serbazî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de bibîne.

Li beşeke dinê peywendiyê da, her du alî balkişandin li ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê û li vî derbarî de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, pêdagiriya Herêmê bi peymanê re, dûpat kir.‌

Metirsiya sedemên zêdetir pêşxistina pêşhatan û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê vê peywendiya telefoniyê bûn.