Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Polonyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin

2026-02-14T15:32:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Şemî 14/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Radoslaw Sikorski, Wezîrê Derve yê Polonyayê civiya.

Di civînê de, pêşxistina têkiliyên Polonyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hate gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya hevbeş, bi taybetî di wan warên ku xizmeta pêşveçûna aborî û ewlehiyê dikin, kirin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Sikorski pesnê rewşa Herêma Kurdistanê li herêmê da û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina zêdetir a têkiliyan digel Iraq û Herêma Kurdistanê de dubare kir.

Pêşhatên dawîn ên Rojhilata Navîn, mijareke din a civînê bû.