Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de birêz Elfezale, vexwendnameyeke birêz Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî Serokwezîrê Qeterê, ya ji bo beşdarîkirina li karên korbenda Doheyê da, gihande Serok Nêçîrvan Barzanî ku biryare meha berfanbara bê da, bi çavdêriya cenabê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî Mîrê Qeterê ve birêve biçe.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî spasî û rûmetên xwe yên ji bo vexwendinê, amadehiya xwe nîşan da ku beşdariya korbendê da bike. Herwiha tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş ligel Qeterê da kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Konsulê Giştî yê Qeterê dûpat kir ku serkirdayetiya welatê wan, bi girîngiyê ve peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û xwazyarê ewe ne li hemû waran da asta peywendiyan ber bi pêşve bibin. Her li vî derbarî de her du alî balkişandin li ser derfeta kar û veberhênana Qeterî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, aliyeke dinê vê hevdîtinê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt
2025-05-07T13:06:00.000000Z