Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşên terorîstiyên Bexdayê şermezar dike

2021-01-21T11:47:12.000000Z
Daxuyanî
Bi tundî wan êrîşên terorîstiyên xwekujiyê şermezar dikîn ku îro li Bexdayê bi awayeke gelek dirindane welatiyan kir armanc û hejmareke zêdeyê wan şehîd û birîndar bûn. Pirse û sersaxiyê li malbatên wan dikîn û hevsoz û hevxemê wanîn, hêviya selametî û bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Herêma Kurdistanê bi hemû awayekê amadeye li nexweşxaneyan de pêşwaziya birîndaran û berketiyê êrîşan bike û hemû xizmetguzariyeke pizîşkî ya pêwîst pêşkêşî wan bike.

Ev êrîşên terorîstî nîşana qebareya metirsiya terorê ne û aliyên peywendîdar û tevahiya hêzên siyasiyên welat dixîn ber berpirsiyariya niştimanî ji bo tebayî û yekrêzî û hevbeşî û pêkve karkirina bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina welat ji metirsî û alozî û kêşe û qeyranan.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.01.2021