
Em spasiyên xwe ji birêz Recep Tayyip Erdogan, Serok Komarê Tirkiyeyê re dûpat dikin ku îro di civîna xwe ya bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re, ferman da ku geştên asîmaniyên Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê ji nû ve dest pê bikin û asîmana xwe ji bo vê yekê veke.
Ev biryar di çarçoveya têkiliyên xurt ên Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de tê, ku em bawer dikin dê ji bo pêşvebirina zêdetir a hevkariya hevpar alîkar be û di berjewendiya herdu aliyan de, bi taybetî di berjewendiya welatiyên me yên li tixûbê Silêmaniyê de, be.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09.10.2025