Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Bajarvaniya Parîs pesnê Herêma Kurdistanê dide

2019-07-11T13:47:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li dûyem roja serdana xwe ya Parîsê û li hevdîtineke li gel xatûn Anne Hidalgo Seroka Bajarvaniya Fransa, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriyên Fransa yên ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û hêviya berdewamiya hevkarî û hemahengiyên di navbera Bajarvaniya Parîs û Parêzgeha Hewlêrê xwest.

Li hevdîtina ku êvariya îro pênçşem 11/07/2019 li Bajarvaniya Parîs birêveçû, xatûn Hidalgo pesnê pêkvejiyan û lêborînî û pir rengiya li Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhatên olî û neteweyiyan û yarmetîdana koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir.



Nirxandina rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiya Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda, metirsiyên ser jîngeha cîhanî û metirsiyên terorê û çend pirsekî din, aliyekî dinê vê hevdîtinê bûn.

Li dawiya hevdîtinê de, her dû alî diyariyan pêşkêşî hevdû kirin.