Êvariya roja duşema 13.01.2025ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Muhsin Mendelawî Serokê Hevpeymaniya Assas re civiya.
Di civînê da rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê bi rayedarên federal ra gotûbêj kirin û girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî yên ji bo bihêzkirina aramiyê û bidestxistina geşepêdanên li Iraqê bi pêwîst hate zanîn.
Her du alî li ser sererastkirina yasaya bûdceya sala 2025ê bi awayekî ku hemû maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê, bê pirsgirêk û astengî, bêne mîsoger kirin, hevfikir bûn.
Rewşa navçeyê û bandora wê ya li ser Iraqê mijareke din ya civînê bû ku, tekezî li ser pêwîstiya karekê hevbeş ya ji bo rûbirûbûna astengî û aloziyan û dûrxistina Iraqê ji nakokiyên ku li navçeyê hene, kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Assas re civiya
2025-01-13T14:09:00.000000Z