
Êvariya çarşema 27.11.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Yvette Cooper Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê kir.
Di hevdîtinê da her du alî behsa bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê ra û bihêzkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da, bi taybetî di warên hevkariyên ewlekarî û rûbirûbûna tawanên rêkxistî, koçberiya neyasayî, bazirganiya bi mirovan û şûştina pereyan û tawanên elektronî kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî girîngiya bihêztirkirina hevkariyên navdewletî ji bona rûbirûbûna pirsgirêkên ewlekarî û mirovî û tawanên navdewletî bi pêwîst zanî û rola Brîtanyayê di piştgîrîkirina aramiya deverê û piştgîriya Herêma Kurdistanê di pêşxistina karînên emnî û îdarî da bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, xanima Cooper pîrozbahiyên xwe ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derbirî û rola Herêma Kurdistanê, weke hevkarekî stratejîk di bihêzkirina asayişa navçeyê da, bilind nirxand û tekezî li ser pêdagirbûna welatê xwe li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistan û Iraqê û hevkariya ji bo bidestxistina aramiyê û çareserkirina qeyranên mirovî yên li navçeyê kir.
Pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, girîngiya cîbicîkirina destûra Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên welat, metirsiyên DAIŞê û pêşhatên dawî û rewşa aloza li Rojhilata Navîn digel komek mijarên din yên xwedî berjewendiya hevpar hatin gotûbêjkirin.





