Êvara îro Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya "Stêrka Îtalyayê" ya di pileya "Sûwarê Xaçê Mezin" de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.
Di merasîmê de ku birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, nûnerên alî û saziyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, hejmarek ji nûnerên dîplomatîk û mêvan amade bûn, birêz Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê, madalya pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.
Di peyvekê de bi vê helkeftê, birêz Balyozê Îtalyayê got: "Ev rêzlênan ji ber pêgeha siyasî ya bêhempa û bilind a Serok Nêçîrvan Barzanî û rola wî ya sereke di bihêzkirina peywendiyan de ye. Herwiha pêzanînek e bo hewildanên wî yên berdewam di pênava diyalog û aştiyê de, tevî piştgiriya wî bo hatina kompanyayên Îtalyayî, vekirin û bilindkirina asta Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê û pêşkêşkirina hêsankarî û hevkariya tam bo hêzên serbazî û tîmên arkeolojiyê yên Îtalyayî li Herêma Kurdistanê."
Birêz Balyozê Îtalyayê herwiha ragihand: "Ev merasîm piştrastkirina dostaniya rastgo ya Îtalyayê ye ligel Iraq û Kurdistanê ku Serok Nêçîrvan Barzanî parêzvanê wê yê herî baş bûye." Herwiha pesna serkirdayetiya realîst a birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku Iraq û Kurdistan berdewam bin di sûdwergirtin ji serkirdayetiya wî.
Paşê di peyvekê de bi vê helkeftê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşî û serbilindiya xwe ya kûr bo vê rêzlênanê nîşan da û spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokkomar, hikûmet û gelê Îtalyayê kir. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku ev yek rengvedana peywendiya dîrokî û dêrin a Îtalyayê ye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêzanînek e bo hemû wan kesên ku beşdarî di avakirin û bihêzkirina peywendiyan de kirine.
Eve jî naveroka gotara birêz Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Birêz Balyozê Îtalyayê,
Birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê,
Birêz Cenabê Patrîark û kasayetiyên olî,
Amadebûyên hêja,
Êvara we baş, hûn hemû bi xêr hatin.
Ez kêfxweş û serbilind im bi wergirtina vê madalyayê. Ji dil spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî cenabê Serokkomar Sergio Mattarella û hikûmet û gelê Îtalyayê dikim bo vê rêzlênana bilind.
Ev rêzlênanek e bo peywendiya dîrokî û dêrin a Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, di heman demê de pêzanînek e bo hemû wan kesên ku di salên borî de bi dilsozî kar bo avakirin û bihêzkirina vê peywendiya dualî kirine.
Îtalya her dem hevbeş û dostekî cihê baweriyê yê Iraq û Herêma Kurdistanê bûye û berdewam e. Em helwestên siyasî û piştgiriya dîplomatîk a berdewam a Îtalyayê bilind dinirxînin û serbilind in bi wê rola girîng a ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di şerê dijî DAIŞê de lîstiye.
Piştgiriya serbazî ya Îtalyayê, rahênan û meşqkirina hêzên Pêşmerge û piştevaniya wê bo hêzên Iraqî, bandoreke girîng hebû di parastina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û têkşikandina terorê û parastina asayîş û aramiya welatê me.
Îro jî, em bi berdewamiya vê hevkariyê kêfxweş in, bi taybetî di piştgirîkirina pêvajoya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û avakirina şiyanên wan de. Em vê hevkariyê wek veberhênan di asayîşa Iraqê û aramiya navçeyê de dibînin.
Herwiha, pêzanînên me yên zêde bo beşdariya berçav a Îtalyayê hene di parastina çand û mîrata mirovahiyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ew jî bi rêya tîmên arkeolojiyê yên zanîngehên Îtalyayî ku kar û lêkolînên zanistî yên girîng encam dane, hîn jî berdewam in û beşdarî kirine di lêkolîn, parastin û nûjenkirina çendîn şûnwarên dîrokî de li Kurdistan û Iraqê. Ev rengvedana giringîdana kûr a Îtalyayê ye bi şaristaniya hevbeş a mirovahiyê.
Peywendiyên me ligel Îtalyayê tenê di sînorê siyaset û asayîşê de namînin, belku warên aborî, veberhênan, çand, xwendin û arkeolojiyê jî li xwe digire. Em li bendê ne û dixwazin vê hevbeşiyê berfirehtir bikin bi şêweyekî ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike, hevkariya navbera saziyên me bihêztir bike û bibe asoyekî nû bo nifşên me yên dahatû.
Kirîna zevî û avakirina avahiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, nîşaneya niyeta Îtalyayê ye bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û mayîna wan li Herêma Kurdistanê.
Her di vê helkeftê de, ez dixwazim tekez bikim ku Herêma Kurdistanê wek beşeke girîng a Iraqê, bo her dem wek nîştimanekî aram bo tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên din dê bimîne û dê berdewam be di parastina çanda pêkvejiyanê, lêborînî û qebûlkirina yê din û rêzgirtin li mafên mirov û azadiyan û mafên jinan. Em bi vê çandê serbilind in ku beşeke resen a nasnameya gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên wê ve.
Ez dixwazim wê yekê jî dûpat bikim ku Herêma Kurdistanê wek hevbeşekî berpirsiyar û çalak dimîne di çespandina asayîş û aramiyê de li Iraq û li navçeyê û dê berdewam be di avakirina peywendiyên hevseng û bihêz ligel Roma, herwiha ligel tevahiya paytextên Ewropa û cîhan û navçeyê de li ser bingeha diyalog, rêz û peywendiya hevbeş.
Ji vir ve ez careke din spasî û pêzanînên xwe yên kûr bo vê rêzlênana îro diyar dikim. Bi navê gelê Kurdistan û Iraqê û bi navê her kesekî ku di bihêzkirina dostaniya navbera her du aliyan de beşdar bûye; bi serbilindî îro vê madalyayê werdigirim. Spasiya hemû wan kesan dikim ku kar kirine bo geşepêdana wê peywendiya ku îro di navbera Herêma Kurdistan û Îtalyayê de heye.
Gelek spas bo we û hêviya êvareke xweş bo we hemûyan dixwazim.
Gelek spas.