Berî nîvroya îro Yekşem 26/07/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya destbikarbûn û xwenasandinê, pêşwaziya birêz Eun Gyu Shim, Konsulê Giştî yê nû yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûna wî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê kir û hêviya serkeftinê di erka wî de jê re xwest; herwiha amadehiya hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hêsankarî di bi navê serxistina erka wî de nîşan da.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê digel dûpatkirina spasiyên xwe ji bo hevkariyên Koreya Başûr, tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê kir bo bihêzkirina têkiliyan ligel Koreyê û berfirehkirina asoyên hevkariya hevbeş di hemû waran de.
Ji aliyê xwe ve, birêz Eun Gyu Shim, digel pesindana rola Serok Nêçîrvan Barzanî di pêşxistina têkiliyên her du aliyan de, kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina erka xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser berdewamiya hewldanên xwe ji bo pêşvebirina bêtir a peywendiyan kir.