2022-05-09T13:44:04.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 09.05.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Filip Vanden Bulcke Balyozê Belçîka li Urdinê û şandeya pê ra kir.
Di civînê da, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê digel Belçîkayê, rola Belçîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Daîşê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekez i ser xurtkirina têkilî û berfirehkirina warên alîkariyên hevbeş kirin û her du alî hevhizir bûn ku Daîş li ser asayîşa Iraq û herêmê bi giştî metirsiyeka ciddî ye, ji ber vê jî Iraqê hertim pêdivî bi piştevaniya navdewletî heye.
Birêz Balyozê Belçîkayê rola Herêma Kurdistanê di berengarbûna Daîş û qurbanîdanên Pêşmerge de bilind nirxand û ji bo vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî Belçîka wekî hevbeşek dê bi piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê pêgir be.
Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Belçîkayê kir ji bo wê piştevanî û hevkariya di şerê dijî Daîşê da kirî û tekîd li ser pêdivîtiya hebûna hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê da, bi taybetî li deverên valahiya emnî heye, kir.
Rewşa Şingalê û koçberbûna xelkê wê deverê ji encamê pevçûn û aloziyên vê dawiyê li wê deverê qewimîn, erk û kar û çalakiyên UNITAD li Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya diyalog û li hev têgihiştinê, pirsên di warê azadî û azadiya raderbirînê da, Kovîd 19 û berkeftiyên wê, rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din yên aktuel di rojevê da mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Belçîkayê bûn.